
Bi hazirîa N. P’aþînyanê serekwezîrê CE û R’obêrta Mêsola sedra þêwirxana avropî.
Heykelê bi navê “K’oknivîsar- qewata cotxeverdanê” hindava CE-da hatîye cîwarkirinê çawa nîþana þêkirdarîyê- seva alîk’arîya þêwirxana Avropîye dayîm û bêþik. Ev heykel ij h’erfê elîfba ermenîye.
R’obêrta Mêsolayê gilîê xwed daye k’ivþê, wekî cotxeverdan r’ik’inê dêmokratîyayêye, ew me dicivîne û pêþda dive. “Axirsongî, þêwirxana avropî bi cehwera xwe wî cûr’eyîye- avakirina cotxeverdanê t’ev hev, t’ev bajar’vna û t’ev dinîya dora me. Û bi vî þöxölê bedew- bi vê þikilkirina elîfba ermenî zimanê ermenî cîyê xwe nav wê cotxeverdana dewlemend û p’irxcûr’e meh’kemdike, k’îjan tê navkirinê Avropa”,- R’obêrta Mêsolayê gotîye û Sîlva Kapûtîkyana þayîra ermenî anîye ort’ê: “K’îderêvî jî, bin vê hîvêda k’öda jî her’î, zimanê xweyî dê bîrnekî”.
P’aþînyanê serekwezîr gilîyê xweda daye k’ivþê, wekî e’yankirina elîfba ermenî sedsalîya 5-ada bûye û ij stûneke xwexwetîye ermenîye hereferze. “Û ew delîl ya ze’f r’emzîye, wekî ev heykelê p’evgirêdana ferze navbera xwexwetîya ermenî û xwexwetîya avropî wê binxetke. Û ez difikirim, wekî gilî, zanebûn, têk’st ij r’emzê dêmokratîyayêye herefrz û avropîye, çimkî îht’îmal nîne dêmokratîya meriva bêy têk’stê, bêy hevsûbûna, bêy h’erfa, bêy k’êlma, bêy gilî, bêy qanûna heve“,- serekwezîr gotîye.







