PoliticsTop

Ermenîstanê t’ö wexta pirsgirêka xiravkirina eleqetaye t’ev Ûr’isêtê danenîye, nêzîkbûna meye her t’enê bi k’ara CE-ye dîwanî bêne serwêrîkirinê: P’aþînyan

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê nav qisa t’ev r’ojne’mevana derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir- bi paþdaveger’andina ser pirsê, k’a CE çawa YA-va wê cemve, h’erke pirsa derxistina bingeha ûr’isaye e’skerîyê t’ine. Ê r’ojne’mevan binxetkir- N. P’aþînyan gele cara e’lamkirîye, wekî Ermenîstan diçe berva r’oavayê. “Nayê bîra min, wekî min we’dekî e’lamkirive, wekî em diçine r’oavayê. E’detî ez divêjim, wekî em t’ö derekêda naçin…

Belê, Ermenîstanê qanûna derheqa destpêkirina pêvajoya endamtîkirina li YA-da qebûlkrîye, û min bona wê pirsê isa jî YAAM-va girêdayî xeverdaye: em te’lebextr’a, yan bextr’a, hila hê wê niqitka r’êda nînin, wekî bingeha ûr’isaye e’skerîyên bergeha me dadayîve. Çaxê emê bivînin, wekî  bingeha ûr’isaye e’skerîyê bergehap me dadide, wî çaxî emê bifikirin- em çawa bilivin, wekî pirsgirêka meye bergehê t’ine”,- serekwezîr binxetkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button