
Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Fransayê yê ji bo Ewropa û Karûbarên Derve Jan-Noêl Barrot pê telêfonê xeverdane.
Wezareta Derve ya Ermenistanê ev yek eşkere kirîe.
Wedê xeverdana telefonî da, besa Rojhilata Navîn hatîe xeverdanê. Wan li ser xebatên ku ji bo piştgiriya welatiyên li herêmên têkildar têne kirin, nêrînên xwe parve kirin.
Wezîr Mîrzoyan girîngiya bidestxistina çareseriyeke aştiyane destnîşan kirîe. Ararat Mîrzoyan û Jan-Noêl Barrot tekezî li ser beşdarbûna çalak di civîna bilind a asta bilind a Civaka Siyasî ya Ewropî de li Yêrêvanê di meha Gulanê de kirine.







