All NewsTop

Alên Sîmonyan piştrast e ku welat hene ku bi perspektîfa kirîna mafê rêvebirina rêhesinên Ermenistanê ra eleqedar in

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê Alên Sîmonyan behsa îhtîmala kirîna mafê rêvebirina rêhesinên Ermenistanê ji Rûsyayê ji aliyê welatên din ve kirîe.

Sîmonyan di hevpeyvînekê de li Meclîsa Neteweyî tev rojnamevanan re behsa pira rêvebirina rêhesinên Ermenistanê kirîe.

“Em vê pirsê berî her tiştî bi aliyê Rûsyayê ra xeverdan dikin. Û em li bendê ne ku di zûtirîn dem de bersivek were dayîn. Ez piştrast im ku hin welat hene ku eleqedar in û dixwazin mafê rêvebirina rêhesinên Ermenistanê ji Rûsyayê bikirin. Ez bi xwe bi balyozên welatên cûda re dicivim, bê guman, eleqe heye û li ser diaxivim. Ew meseleyek din e ku di dawiyê de biryar dê çi be,” Serokê NA got.

Li gorî Sîmonyan, biryarek li ser girtina rêvebirina rêhesinên Ermenistanê ji Rûsyayê tune ye, danûstandin berdewam dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button