
Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Karên Derve yê Sultanatiya Omanê Bedr bin Hemed bin Hemud El-Bûsaîdî re bi rêya telefonê axivî.
Hevpeyvînvanan li ser rewşa Rojhilata Navîn nîqaş kirin. Girîngiya bidestxistina çareseriyeke aştiyane û pêşanîdana dîplomasiyê hate tekez kirin, di çarçoveya vê de hewldanên ku ji hêla Omanê ve hatine kirin pir hatin nirxandin.
Wezîr Mîrzoyan spasiya xwe ji bo hêsankirina prosedurên pêwîst ji bo vegera welatiyên Ermenî ji Oman û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî bo Ermenistanê anî ziman, amadebûna Komara Ermenistanê anî ziman ku heke pêwîst be di veguhestina welatiyên Omanê de jî alîkariyê peyda bike.
Wezîrên Derve yên Ermenistan û Omanê her wiha li ser xebata berfirehkirina rojeva dualî axivîn, girîngiya biryara hikûmeta Ermenistanê ya vekirina balyozxaneya niştecîh a Ermenistanê li Muscatê di pêkanîna potansiyela heyî de destnîşan kirin.







