PoliticsTop

Ûr’isêt “Fir’inda hingavtîye”: Pisporê ermenî- derheqa sîasîya Moskvayêye Ermenîstanê û Adrbêcanêda þerpezebûyda

Belê, Ûr’isêt “fir’inda hingavtîye”. Ew Qafqasîya Ce’nûbêda idî monopolîsta bêqezîabûnê nîne. Derheqa vê yekêda Alêk’sandr Îskandaryanê sîasînas e’lamkirîye.

Bi gilîyê ê pispor- ya berbiç’e’ve, wekî isa ne kö t’enê Ermenîstanêda yan, em bêjin, R’exbalt’îkayê û Ûkraînaêda difikirin, lê  t’emamîya t’oprpaxa peysovêtîyêda- nav wê hejmarê hima Ûr’isêtêda. “Fikira derheqa wê yekêda berbiçe’ve, wekî ya dive t’omerî qanûnçapîye. Û fikira heman dikarin ne kö t’enê Ermenîstanêda bivînin”,- Îskandaryan gotîye.

Ewî binxetkirîye, wekî ew, çi niha Ermenîstanêda diqewime, encama salê 2020-2024-aye: «Ez difikirim- ij wan sala ya paþwextîyê ij ya berîn wê îht’îmal nînbûya. Fikra min bona  derdayîna hatina h’incir’andinê þer’ê 2020-îdaye, û destpêbûna þer’ê ûr’is-ûkraînî, û göhastina h’al t’opraxa peysovêtîyêda.

Ew yekpel ser qewmandinê QÇ’ sekinîye. Bi gilîyê Îskandaryan- derdayîna QÇ’ ij t’esîra Ûr’isêtêye ser Ermenîstanê û Adrbêcanê me’rimkirîye, kîjan ê pispor himberî “cêwîê sîamîyê” kirîye.

Ê sîasînas daye k’ivþê, wekî ser t’exêtê serk’arîya Adrbêcanê niha dewsa yekê dö t’êl hene. Ij wana yek p’evgirêdanê t’ev Moskvayê xweydike, lê ya dinê- T’irkîayê. Û îro berbiç’e’ve, k’a zengilê k’ê Bek’ûyêda tê h’esavhildanê.

Îskanaryan bawere, wekî ew we’de berêda maye, çaxê ij Moskvayê serîbinî bi zengilekî îht’îmalbû Qafqasîya Ce’nûibêda qonaxa e’melê e’skerîyêye aktîv bidine r’awestandinê.

“Sala 2022-a Ermenîstan ij mecala stendina sîlih’darîyê ij T’Û me’rimbûye. R’îsk mînanî berê cidîne. Þer’ê bi dara ewqasî jî baþ levnayê”,- ê pispor daye k’ivþê.

Bi derk’etina ij ya jorê k’ivþbûyî- ê pispor pêþdanîn li Ûr’isêtê kirîye göhadrîyê bide ser warê hevk’arîya döalîye îht’îmale din. Mesele- p’arê medenyetî û malhebûnîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button