
Sivdera T’RÎP’P’-êye WAY-ye pêþdestîkirî göhdarîya r’ik’invana wergirtîye. Derheqa vê yekêda têderxistina “Fîç solût’îons”-êda k’ivþbûye.
Bi salixê t’eþkîletê- hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda p’êyî qonaxa mîaserkirinêye sifte kirîye, neh’îyêda zêdebûna hazirîya WAY-ye dinîyade’wmeþandinê balk’êþîya isa jî nisbetî t’ivdîrê t’ezeye navr’aderbazbûnê mezinkirîye. Sivdera T’RÎP’P’-ê, k’îjanê nav Ermenîstanêva Adrbêcanê Naxîcêvanêva wê girêde, dikare landþafta neh’îyêye logîstîk ÿp’êceyî bigöhêze.
Gotarêda k’ivþbûye, wekî p’ir’anîya t’ivdîrê hindava t’eþkîletada wê bê serwêrîkirinê, k’îjan bin arizîtîya Amêrîkaêdanin, îdarexana t’evayî wê bê e’firandinê- seva pêþdabirina goveka edakirinêye navr’aderbazbûnê. Qölixçîyê WAY dane k’ivþê, wekî r’ik’inkirinê bi mîlîarda dolara” dikarin t’ivdîrê r’exda bêne wergirtinê.







