
Janna Andrêasyan di peyama xwe ya bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de destnîşan kir ku ji sala 2000an vir ve, 21ê Sibatê li çaraliyê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, bi destpêşxeriya UNESCOyê tê pîrozkirin.
Wê tekez kir ku pirrengiya zimanî û çandî nirxek girîng e û bingeha jiyaneke aram û serfiraz e. Ermenistan ji sala 2005an vir ve beşdarî vê destpêşxeriya bûye, mafên zimanî û çandî yên kêmneteweyên neteweyî diparêze.
Wezîr destnîşan kir ku bi piştgiriya dewletê, li Zanîngeha Dewletê ya Yêrêvanê komek ji bo lêkolîna kêmneteweyên neteweyî dixebite, û her weha xebat ji bo avakirina navendek ji bo hînkirina zimanên wan tê kirin.
Di dawiya peyamê de, wê banga rêzgirtina li zimanên xwecihî û pirrengiya çandî wekî nirxek gerdûnî kir.







