EconomicsTop

R’êaktorê modûlîyê wê hevin: bi t’erefê bêqezîabûna CE-ye ÿnêrgêtîk WAY 9 mlrd dolara wê r’ik’inke

“Bêqösûre meriv li virave- Ermenîstanêda”,- Cêyms Dî Vênsê dewsgirtîyê sedrê WAY-yî bi serdana dör’ojê li CE qesidî wexta e’lametîa t’evayîye t’ev N. P’aþînyanê serekwezîr e’lamkir. Bi gilîyê wî CE welatê k’awe bona hevk’arîyê, û Amêrîka bi wê yekê ze’f k’öbare: “T’ramp’ê sedir û P’aþînyanê serekwezîr t’evayî gihîþtine tiþtekî mezin. E’dlayî hindava merivê fesalda nayê e’firandinê. E’dlayê  we’dê derbazbûyîda nayê e’firandinê. E’dlayî pêþer’ojêda tê e’frandinê. Û çimkî serekwezîr r’êberîya ewqasî mezin dîharkirîye,- bi xevata t’ev min û sedir,  em seva Ermenîstanê ne kö t’enê e’dlayê die’frînin,, lê isa jî- gölvedanê- t’ev Amêrîkayê yekbûyî”,- ewî da k’ivþê. Vêns e’lamkir- Wîlayet’ê Yekbûyî cêrge lîsênzîayê deranîna seva Nvîdîa-ê erêkirîye. “ Ew çi h’esavdive- sûkê t’eze, xevata t’eze seva xevatçî û hevaltîyê Amêrîkayê, lê isa jî seva Ermenîstanê.  Evana çîpin, wekî ê p’ir’anîya welatê dinîyayê t’ine û nikarin hevin. Ew niha vira- Ermenîstanêda, têne çêkirinê û wê bêne çêkirinê, saya r’êberîya vî serekwezîrî”,- ewî gotîye. Bi gotna Vêns WAY bi qonaxa e’wil 5 mlrd dolar r’ik’inkirin bi t’erefê bêqezîabûna Ermenîstanêye ÿnêrgêtîk wê bike, bi qonaxa döda- dîsa 4 mlrd dolara.  Gilî derheqa çêkirina r’êaktorê modûlîyêye ç’ûkdaye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button