
Ev qirar goveka têderxistinê medabûn: meh’kemê Adrbêcanê dilqê xwe bêqösûr mîaserkir û qirarê h’ökömetê îcrakirinêye sîasîyê anîne li dereca qirarê meh’kemê. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev Nyûz.am-ê Sîranûþ Sahakyana wek’îla k’ara hêsîrê ermenîye MHMA-da da k’ivþê- bi paþdaveger’andjina ser qirarê h’etanî mirinê girtinêye nisbetî serk’arîya Arsaxêye e’skerîyêsîasîyê, k’îjan hatine derxistinê.
“Ez difikirim alîyê ermenî gere bikarve bigihîje h’öcetkirina van qirar û pêvajoya hima derge-dîwanê meh’kemaye ort’emiletîyêda”,- ewê got. Sîranûþ Sahakyanê e’lamkir, wekî ev aktê meh’kemê nav ment’eqa pêvajoya e’dlayê cîwarnavin: “E’dlayî ît’barê navbera cime’ta, miletada gere mezinke, wan seveva bide hilanînê, k’îjan bi sala e’ynat e’firandine, her pêvajokê, k’îjan net’êye û dikare e’ynata zêde bicivîne, k’ese gere înk’arkin.







