All NewsTop

Serokwezîr Şandeke bi Serokatiya Serokê Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Hindistanê qebûl kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan şandeke bi serokatiya Serokê Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Hindistanê, General Anîl Çaûhan, ku bi serdaneke fermî li Komara Ermenistanê ye, qebûl kirîe.

Nîkol Paşînyan serdana Anîl Çaûhan bo Ermenistanê pêşwazî kir û bawer kir ku ev yek dê ji bo pêşveçûna berdewam a têkiliyên di navbera Ermenistan û Hindistanê de teşwîqeke nû bide. Nîkol Paşînyan tekezî li ser têkiliyên dîrokî yên germ ên sedsalan di navbera her du welatan de kir û destnîşan kir ku îro jî di gelek aliyan de diyalogeke çalak heye.

Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Hindistanê ji bo mêvanperweriya germ spasiya xwe anî ziman û zêde kir ku wan bi hevpîşeyên xwe yên Ermenî re ji bo pêşvebirina hevkariya bêtir nîqaşên berhemdar kirine.

Hevpeyvîner li ser mijarên têkildarî hevkariya bêtir di warê parastin û ewlehiyê de axivîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button