All NewsTop

Santrala Nukleerî ya Ermenistanê dê were Nûjenkirin

Di meha Nîsanê de, Santrala Nukleerî ya Ermenistanê dê ji bo pênc mehan ji tora elektrîkê ya welêt were qutkirin. Ev yek ji hêla Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Binesaziyê yê Komara Ermenistanê, Davîd Xûdatyan, di civînek bi rojnamevanan re di 3ê Sibatê de hate ragihandin.

Wî piştrast kir ku ti pirsgirêk dê li ser hesabê kapasîteyên din ên pergala enerjiyê dernekevin. Wezîr zelal kir ku kapasîteya santralên enerjiya rojê di tevahiya para xwe de 1100 MW ye, ango hinekî kêmtir ji %15ê tevahî.

Wezîr her wiha zêde kir ku di sektora enerjiyê de bi Îranê re hevkariyek pir baş hatiye damezrandin. “Di sala 2025an de, em bi domdarî elektrîkê peyda dikin û ji wir gazê distînin. Avakirina xeta sêyemîn a voltaja bilind di navbera Ermenistan û Îranê de %85 temam bûye,” Xûdatyan zêde kir û hêvî kir ku avakirin di sala 2026an de biqede, ku dê bihêle ku dabînkirina elektrîkê ji bo Îranê zêde bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button