
Paşînyan û Alîyêv di hevdîtinê de tekez kirin ku her du civak di jiyana xwe ya rojane de feydeyên rastîn ên aştiyê dibînin.
Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîylv, di hevdîtina xwe ya li Ebû Dabî de, pêşketinên di bicîhanîna peymanên Lûtkeya Aştiyê de ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald J. Tramp ve li Waşîngtonê hate lidarxistin û şahidiya wê hate kirin, pêşwazî kirin.
Wan girîngiya parastin û pêşvebirina dînamîkên erênî yên pêvajoya normalîzekirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di formata dualî de destnîşan kirin.
Alîyan qebûl kirin ku her du civak di jiyana xwe ya rojane de feydeyên rastîn ên aştiyê dibînin.Wan kêfxweşiya xwe ji destpêkirina bazirganiya dualî û berdewamiya hinardekirina berhemên petrolê ji Azerbaycanê bo Ermenistanê, û her weha pêkanîna transîta genim û kelûpelên din ji welatên sêyemîn bo Ermenistanê bi rêya axa Azerbaycanê anîn ziman.
Aliyan li hev kirin ku derfetên berfirehkirina hevkariya bazirganî û aborî ya dualî lêkolîn bikin.
Her wiha wan serdanên dualî yên nûnerên civaka sivîl pêşwazî kirin û li ser pêwîstiya berfirehkirina tedbîrên avakirina baweriyê li hev kirin.
Serokwezîr Paşînyan û Serokkomar Alîyêv li ser bicîhanîna TRIPP û projeyên din ên binesaziyê nîqaş kirin.
Serokwezîrê Ermenistanê û Serokkomarê Azerbaycanê amadebûna xwe ji bo berdewamiya xebata ji bo xurtkirina aştî û aramiya di navbera herdu welatan de ji nû ve tekez kirin û li hev kirin ku ji bo piştgiriya pêvajoya normalîzekirina têkiliyên dualî têkiliyan bidomînin.







