All NewsTop

Wezareta Aboriyê li ser destpêşxeriya “Xaçerêya Aştiyê” û potansiyela wê ya aborî nîqaş kir

Wezareta Aboriyê ragihand ku di 2ê Sibatê de, Wezîrê Aboriyê yê Komara Ermenistanê Gêvorg Papoyan pêşwaziya şandeyek bi serokatiya Rêveberê Herêmî yê Binesaziyê yê Banka Cîhanî ji bo Ewropa û Asyaya Navîn Çarls Kormêrî kirîe.

Di civînê de destpêşxeriya “Xaçerêya Aştiyê” û potansiyela wê ya aborî hatin nîqaşkirin. Wezîr Papoyan rola Banka Cîhanî di pêkanîna bernameyên pêşvebirina hevkariya aborî ya herêmî de destnîşan kirîe.

Girîngiya beşdariya Banka Cîhanî di civîna bilind a veberhênanê ya “Xaçerêya Aştiyê” de ku ji bo sala 2026an hatiye plankirin jî hate nîqaşkirin. Wezîr Çarls Kormêrî vexwend ku beşdarî civîna bilind bibe û xwest ku vexwendinê ji Serokê Banka Cîhanî re jî bigihîne.

Her wiha behsa bernameya “Pêşvebirina Geştiyariyê û Binesaziya Herêmî ya Ermenistanê” (TRIP) hate kirin, ku armanc dike civakên herêmî pêş bixe û pozîsyona Ermenistanê wekî cihekî geştiyariyê yê balkêş û reqabetkar xurt bike.

Aliyan girîngiya berdewamiya xebata hevbeş û hevkariya bi bandor, gihîştina têgihîştinek hevbeş li ser gavên pêşerojê tekez kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button