All NewsTop

Şîrketa GRAWE Dixwaze Bikeve Bazara Sîgorteyê ya Ermenistanê. Paşînyan Şaytêgêl qebûl kirîe

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan Klaûs Şaytêgêl, Serokê Şîrketa GRAWE ya Awistiryayê, û Andrêas Wîmmêr, Serokê Çavdêriyê ya Koma Veberhênanê ya C-Quadrat, şandeyeke bi serokatiya wî, qebûl kirîe.

Daxuyaniya çapemeniyê ya Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenistanê hatîe zanînê, pirsên têkildarî îhtîmalên ketina Şîrketa GRAWE bo bazara sîgorteyê ya Ermenistanê hatin xeverdanê.

Serokwezîr girîngiya tevlêbûna şîrketên navneteweyî yên navdar di sektora sîgorteyê de û pêşveçûna domdar a sektorê tekez kir. Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku Hikûmeta Komara Ermenistanê ji bo hevkariya avaker û nîqaşkirina gavên pêşerojê amade ye. Di heman demê de, Serokwezîr tekez kir ku çalakiya bi bandor a Koma Veberhênanê li welatê me heye.

Klaûs Şaytêgêl çalakiyên Şîrketa GRAWE li welatên cuda pêşkêş kir û destnîşan kir ku ew jî bi ketina bazara sîgorteyê ya Ermenistanê re eleqedar in.

Wî zêde kir ku ew bi bandor bi Banka Navendî ya Komara Ermenistanê re hevkariyê dikin û amade ne ku ji bo pêkanîna bernameyên veberhênanê nîqaşan bidomînin.

Mijarên têkildarî hevkariya bêtir hatin nîqaşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button