
Stêp’an Grîgoryanê sîasînas r’asthatina wezîrê Ermenîstanêyî K’D-e t’ev k’ativê WAY-yî dîwanî t’emaþekirîye çawa k’efîla bêqezîabûna Ermenîstanêye ferz- bi binxetkirina e’frandina “R’iya T’ramp’”. EWî isa jî derheqa gefxwerinê Vladîmîr Solovyovê þîretk’arê ûr’isda xeverdaye, bi pêþdanîna gavê konkrêt, k’îjana Ermenîstan çawa cav gere bike. S. Grîgoryan daye k’ivþê, wekî peyçûyîna h’ökömetê vê pirsêda ya silavkirinêye. Bi gotina ê sîasînas- bahê vê t’ivdîrêyî h’îmlî p’ara ne kö malhebûnîyê, lê sîasîyê û bêqezîabûnêye. Ev berne’me bêqezîabûnêva girêdayî k’efîla dide me, wekî fikira kesîr’a derbazneve ewê bi qewatê safîke”,- Grîgoryan binxetkirîye. Stêp’an Grîgoryn bawere, wekî V. Pûtînê sedrê Ûr’isêtê dixweze h’ökömeta Ermenîstanêye e’melda dûrxe, lê vê gavê r’êsûrsê wîye t’êrêkirinê t’inene- þer’ê Ûkraîayê û dîvêrsîfîkasîa sîasîya derekeye hindava Ermenîstanêda mîaserbûnêva girêdayî.







