
Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê, Rûbên Rûbînyan, bersiva daxuyaniya weşanger û rojnamevanê Rûsî Vladîmîr Solovyov daye ku “windakirina Ermenistanê li dijî berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê ye,” û ku operasyonek leşkerî ya taybet ne tenê li Ûkraynayê, lê di heman demê de li deverên din ên ku di bin bandora Federasyona Rûsyayê de ne jî, bêyî ku qanûnên navneteweyî binpê bike, were kirinê.

Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Komara Ermenistanê di bersiva daxuyaniya Solovyov de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandîe: “kûçik deûte, karwan karwan pêşda diçe. Di vê rewşê de, kûçk Solovyov e, heval û hevwelatiyê karsazê Rûsî Samvêl Karapêtyan, û karwan welatê me yê delal e, ku ber bi aştî û pêşkeftina bêveger va diçe.”







