All NewsTop

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bawerî, hevkarî û armancên hevpar de li kêleka gelê Ermenî ye

Di 9ê Çile de, Sefaretxaneya Komara Ermenistanê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Katedrala Neteweyî ya li Waşîngton, boneya cejna Noelê ya bi heybet û salvegera 250-emîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê resepsiyonek li dar xist. Sefaretxaneya Komara Ermenistanê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev yek ragihand.

Di dema çalakiyê de, bayloz Narêk Mkrtçyan peyama Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji bo beşdaran xwend.

Di çalakiyê de rayedarên payebilind ên hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, nûnerên rêxistinên olî yên cûrbecûr, balyoz, konsulên rûmetê yên Komara Ermenistanê û nûnerên civaka Ermenî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beşdar bûne.

Di axaftina xwe de, Sefaret bal kişand ser rola nirxên Xiristiyan di têkiliyên Ermenistan-DYA de û girîngiya serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di mijara azadiya olî de tekez kir.

Paula White-Kane di axaftina xwe de bal kişand ser dilsoziya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji bo gelê Ermenî û tekez kir ku Ermenistan, wekî welatê yekem ê Xiristiyan ê cîhanê, di dîrokê de gelek ceribandinan derbas kiriye, mîrata xwe ya manewî parastiye û ji bo cîhanê bûye şahidê baweriyê.

White-Kane tekez kir ku Dewletên Yekbûyî li ser navê bawerî, hevkarî û armancên hevpar li kêleka gelê Ermenî radiweste.

Di dawiya çalakiyê de, duaya “Bavê me” ji hêla xwendekarên Dibistana Yekşemê ya Dêra Meryema Pîroz a li Waşîngtonê ve hate kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button