All NewsTop

Ararat Mîrzoyan: Ermenistan ji dorpêçê tê derxistin ê

Ermenistan ji dorpêçê tê derxistin, bi aliyê Amerîkî re li ser “Trip”ê nîqaşên dijwar têne kirin, avakirin dê sala bê dest pê bike. “Trip” dê Ermenistanê bi bazarên derve ve girêbide. Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ev yek di hevpeyvînekê de bi Pêtros Ghazaryan re, ku rojeva siyaseta derve ya 2025an kurteber dike, gotîe.

Mîrzoyan got, “Aştî hatiye damezrandin, nîşanên hevkariyê hene, lê ev nayê wê wateyê ku me rêya pêwîst bi tevahî derbas kiriye, û pirsgirêkên heyî divê werin çareserkirin.”

Li gorî Wezîr, bûyera sereke ya salê Civîna Bilind a Waşîngtonê bû: aştî, rakirina dorpêçê, bi prensîbên hatine ragihandinê.

Wezîr Mîrzoyan da zanîn ku “Ji bo pêkanîna hevkariyên stratejîk li ser erdê xebat tê kirin, encamên berbiçav hene. Ez dikarim heta pêşbînî bikim ku di pêşeroja nêzîk de hevkariyên nû jî werin damezrandin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button