
Me pabendbûna herî mezin a ku ji hêla hikûmetê ve hatiye girtin, bi cih aniye. Nîkol Paşînyan
Hikûmeta Ermenistanê pabendbûna herî mezin a ku ji hêla gel ve hatiye girtin, bi cih aniye.Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civînekê de bi nûnerên civaka Ermenî re li Pêtêrsbûrgê ev yek tekez kirîe.
“Bernameya hikûmetê ya ku di Tebaxa 2021an de hatiye pejirandin dibêje ku pabendbûna herî mezin a hikûmetê ji bo gel ew e ku ji bo Komara Ermenistanê û herêmê serdemeke pêşkeftina aştiyane veke. Me ew pabendbûna herî mezin bi cih aniye. Her çend me beşek pir girîng ji pabendbûnên din jî bi cih aniye,” Paşînyan tekez kirîe.







