All NewsTop

NATO hêvî dike ku sala bê bi Ermenistanê re li ser belgeyeke çarçoveya hevkarîyê ya nû li hev bike

Cîgira Sekreterê Giştî yê NATOyê Radmîla Şêkêrînska di mîkrobloga xwe ya X de behsa hevkariya bi Ermenistanê re kirîe.

Şêkêrînska nivîsand ku kêfxweşiyek bû ku bi Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê Sûrên Papîkyan re li ser reformên sektora parastinê yên Ermenistanê nîqaş kir, û beşdariya berdewam a Ermenistanê ya ji bo Hêza Kosovayê ya NATOyê pir nirx da.

Cîgira Sekreterê Giştî yê NATOyê nivîsand: “Em amade ne ku piştgiriyê bidin reforman û hêvî dikin ku sala bê li ser belgeyeke çarçoveya hevkarîyê ya nû li hev bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button