All NewsTop

Serokwezîr piştrast dike ku Ermenistan dê di bin Tesîsa Aştiyê ya Ewropî de alîkariya nû werbigire

Serokwezîr piştrast dike ku Ermenistan dê di bin Tesîsa Aştiyê ya Ewropî de alîkariya nû werbigire

Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan agahiyên ku Macaristanê vetoya xwe ya li ser biryara veqetandina 20 milyon euro ji Ermenistanê re di bin Tesîsa Aştiyê ya Ewropî de rakiriye piştrast kir. Serokwezîr Nîkol Paşînyan ev yek di dema brifîngek tev rojnamevanan ra piştî civîna hikûmetê de gotîe.

Serokwezîr tekez kir ku ev mîqdar dê beşdarî pêşvebirina rojeva aştiyê bibe û dê xizmeta pêkanîna wê bike.

Serokwezîrê Ermenistanê tekez kir ku “Erê, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê ji min re ragihand ku hevkarên Macaristanê xuya dikin ku li ser biryarê li hev kirine, û lihevkirinek heye.

Biryara de jure dê were dayîn, ew ê ji raya giştî re were eşkerekirin. Ez nikarim di vê demê de ji hêla naverokê ve bêjim, lê di her rewşê de ew ê beşdarî bike û bi ruhê aştiyê were xerc kirinê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button