All NewsTop

Ermenistan ji bo pêşvebirina rojeva ewlehî û aramiyê li herêmê girîngiyê dide hevkariya bi NATOyê re. Paşînyan

Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenistanê radigihîne ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya Cîgira Sekreterê Giştî yê NATOyê Radmîla Şêkêrînska kirîe.

“Axaftvanan li ser pirsên têkildarî pêşxistina hevkarî û hevkariya Ermenistan-NATOyê nîqaş kirine. Serokwezîr Paşinyan destnîşan kir ku Ermenistan ji bo pêşvebirina rojeva ewlehî û aramiyê li herêmê girîngiyê dide hevkariya tev hevkarên navneteweyî re, di nav de NATOyê jî.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê NATOyê hevkariya bi Ermenistanê re pir baş nirxand û spasiya Serokwezîr kir ji bo pêşwazîkirina berê ya balyozên ku li NATOyê hatine pejirandin û ji bo sohbeta balkêş û berhemdar.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button