
Pêşketina di pêvajoya azadkirina vîzeyê de ji bo welatiyên Ermenistanê pir girîng e. Ararat Mîrzoyan
Wezîrê Derve Ararat Mîrzoyan di axaftinekê de tev rojnamevanana ra li kêleka civîna Konseya Wezîrên Derve yên welatên endam ên YEyê gotîe, “Xweş e ku du hefte piştî Konseya Hevkariya YE-Ermenistanê ya pir serketî, ku di dema wê de hevkariya me rojeveke stratejîkî hat qebûlkirinê, ku têkiliyên me gihandiye astek nû, vegerîame Brûsêlê.”
“Îro, di vê rûniştinê de, me li ser hemî destkeftiyên sereke yên di hevkariya Ermenistan-YEyê de, ji berxwedana xurttir a di aboriyê de bigire heta pirsên têkildarî ewlehiyê, di nav de gefên hîbrîd, û piştgiriya ji Tesîsa Aştiyê ya Ewropî, nîqaş kirîe. Me bi giranî li ser hemî pirsên ku ji bo têkiliyên di navbera Ermenistan û YEyê de girîng in nîqaş kirîe. Me her weha nîqaş kir ku pêvajoya azadkirina vîzeyê, pêşveçûna di vê pêvajoyê de ji bo welatiyên Ermenistanê pir girîng e, her weha ji perspektîfa nêzîkbûna Ermenistanê tev YEyê re,” Mîrzoyan got.
Wî destnîşan kir ku pêşketinên herêmî, vekirina ragihandinê di navbera welatên Qefqasya Başûr de, derfet û beşdariya gengaz a YEyê di projeyên binesaziyê de jî hatin nîqaş kirinê.
Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya YEyê, Cîgira Serokê Komîsyona YEyê Kaya Kalas, ragihand ku Ermenistanê ji bo parastina xwe ji destwerdana derve di hilbijartinan da ji YEyê alîkarî xwestîye.







