
Azerî li Artsaxê manastira Yerîts Mankants vandalîze kirin
Li gorî Monumentên Artsaxê, Azerî manastira Yerits Mankants a sedsala 17an li herêma Martakert a Artsaxê vandalîze kirin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Mînyaturên dêrê yên li ser platformê hatine danîn, xaçkar li ser Sifreya Pîroz, ji manastira winda bûne. Beşa jêrîn a xaçkarê xweşik hatiye neqişandin, ku li erdê dirêjkirî ye, şikestiye. Peykerê ku li nîşa rastê hatiye danîn, bi rûyê xwe ber bi jêr ve dirêjkirî ye.
“Divê were zanîn ku manastira Yerits Mankants di sala 1691an de, li Jraberda dîrokî hatiye avakirin.









