
Hikûmet îhtîmala hebûna balafirgehan li hejmarek bajaran lêkolîn dike
Pêşxistina firîna biçûk di nav planên hikûmeta Ermenistanê de ye. Li gorî “Armenpress”, Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nikol Paşinyan ev yek di dema Pirs û Bersîva NA-Hikûmetê de got, behsa pirsa Parlamenter Davit Danielyan a li ser îhtîmala hebûna balafirgehan li Goris û Sisian kir.
“Pêşxistina firîna biçûk di planên me de ye. Em lêkolîn dikin ka çi derfet dikarin li Şînuhayr, Sisian, Stepanavan, Gavar, Berd hebin. Em ê bê guman di wê alî de bixebitin, ew di qonaxa lêkolînê de ne. Em hewl didin ku veberhênerên taybet jî bikişînin,” Paşinyan got.
Di derbarê pirsa têkildarî balafirgeha Kapanê de, Serokwezîr got ku balafir di bin muayeneyeke din a teknîkî de ye.
“Niha, ew dixebitin ku berî ku muayeneya teknîkî biqede, balafireke din bikişînin, û firîn dê berdewam bikin, pirsgirêk tune ne, pirsgirêk teknîkî ye,” Paşinyan got.







