
Wezîrên Parastinê yên Ermenistanê û Misrê Derfetên Hevkariyê Dinirxînin
Wezîrê Parastinê yê Komara Ermenistanê Sûrên Papîkyan bi Wezîrê Parastinê yê Misrê, General Abdêl Magîd Sakr re civiyae.
Li gorî “Armenpress”, ev yek ji hêla Wezareta Parastinê ya RA ve hate ragihandin, û hate destnîşankirin ku Balyozê Awarte û Pleqdar ê Komara Ermenistanê li Komara Erebî ya Misrê Armên Sarkîssîan jî beşdarî civînê bûe.
Di dema civînê de, aliyan li ser gelek mijarên têkildarî derfetên hevkariyê di sektora parastinê de nîqaş kirin.
Her wiha wan li ser mijarên têkildarî ewlehiya navneteweyî û herêmî jî axivîne.







