All NewsTop

Civîna komîsyona diyarkirina sînoran li bajarê Gabala yê Azerbaycanê, bi serokatiya Mhêr Grîgoryan û Şahîn Mûstafayêv, pêk hatîe

Civîna komîsyona diyarkirina sînoran li bajarê Gabala yê Azerbaycanê, bi serokatiya Mhêr Grîgoryan û Şahîn Mûstafayêv, pêk hatîe

Di 28ê Mijdara 2025an de, civîna 12emîn a Komîsyona diyarkirin û Ewlehiya Sînoran a di navbera Komara Ermenistanê û Komara Azerbaycanê û Komîsyona Dewletê ya diyarkirina Sînoran a Dewletê ya di navbera Komara Azerbaycanê û Komara Ermenistanê de li bajarê Gabala yê Azerbaycanê, bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Komara Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û Cîgirê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahûn Mûstafayêv, pêk hatîe. Ev ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hate ragihandinê.

Bi kêfxweşî hate destnîşankirin ku civîna 12emîn a komîsyonan li axa yek ji aliyan, li bajarê Gabala yê Azerbaycanê, pêk tê.

Di civînê de, aliyan destnîşan kirin ku di sala 2025an de, di encama civîna 11emîn a 16ê Çileyê de, lihevkirinek li ser destpêkirina xebatên tevlihev ên li ser destnîşankirina sînorê dewletê ji beşa bakur, ji xala hevgirtina sînorên Komara Ermenistanê, Komara Azerbaycanê û Gurcistanê, û dû re jî di rêça başûr de, ji bakur ber bi başûr heta sînorê Komara Ermenistanê û Komara Azerbaycanê bi Komara Îslamî ya Îranê re, hat bidestxistin.

Aliyan li ser mijarên rêxistinî û teknîkî yên têkildarî tedbîrên destnîşankirinê nêrînên berfireh parve kirin.

Her wiha pêşnûmeyên rêbernameyên têkildar ên li ser prosedûra pêkanîna xebatên destnîşankirinê jî hatin nîqaşkirin.

Cîgirê Serokwezîrê Komara Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û Cîgirê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahîn Mûstafayêv bi awayekî cuda li ser mijarên balkêş ên hevbeş nêrînên xwe parve kirin.

Aliyan li hev kirin ku li ser roja civîna din li yek ji bajarên Komara Ermenistanê bi awayekî xebatê li hev bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button