All NewsTop

Alên Sîmonyan bawer dike ku eger Robêrt Koçaryan û Sêrj Sarkîsyan beşdarî hilbijartinên pêş da nebin, wê li Ermenistanê muxalefetek çêtir were avakirinê

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê, Alên Sîmonyan, di wê baweriyê de ye ku eger Serokkomarên berê yên Ermenistanê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sarkîsyan beşdarî hilbijartinên parlementoyê yên pêşerojê nebin, li Ermenistanê muxalefeteke çêtir dikare hebe.

Li gorî “Armenpress”ê, Sîmonyan di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re li parlementoyê, bi îşaret bi daxuyaniya serokê tevgera siyasî ya “Baskên Yekîtiyê”, Arman Tatoyan, ku digotîe, heke Serokkomarên berê yên Ermenistanê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sarkîsyan beşdarî hilbijartinan nebin, mimkun e ku hikûmeta heyî di hilbijartinên pêşerojê de ji holê were rakirin.

Alên Sîmonyan destnîşan kir ku ew di hin aliyan de bi Arman Tatoyan ra qaîl e.

Serokê NA got, “Ger serokên berê yên nehatine hilbijartin, ew ê kampanyayek û têkoşînek pir balkêş be.”

Wî piştrast kir ku li Ermenistanê hilbijartinên azad têne lidarxistin ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button