All NewsTop

3 Leşkerên Sînor ên Xizmeta Ewlekariya Neteweyî li Syûnîkê hatîe Vekirinê

Vekirina leşkerên sînor ên nû hatine avakirin “Kornîdzor”, “Xhndzoresk” û “Hartaşên” li Syunikê pêk hatîe. Ew bi fonên Hikûmeta Komara Ermenistanê hatine avakirin û li gorî pêdiviyên nûjen in.

Di merasîma vekirinê de Rêveberê Xizmeta Ewlekariya Neteweyî Andranîk Sîmonyan, cîgirên wî, Fermandarê Leşkerên Sînor Garîk Mûradyan û berpirsên din beşdar bûne.

Andranîk Sîmonyan pîrozbahî li leşkerên sînor kir û girîngiya parastina sînorê dewletê tekez kirîe.

Wî li qereqolên nû geriya, bi şert û mercên jiyan û xizmetê yên leşkeran, alavên teknîkî, û her weha li odeyên efseran ên nû hatine avakirin, ku bi milk û alavên pêwîst ji bo malbatên leşkeran hatine peyda kirin, nas bûye.

Di dawiya serdanê de, wî talîmatên têkildar da Fermandariya Leşkerên Sînor.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button