All NewsTop

Genimê Kazakistanê yê ku ji bo Ermenistanê hatiye hawirdekirin ewle ye: Dezgeha Teftîşa Ewlehiya Xwarinê

Genimê Kazakistanê yê ku bi rêya axa Azerbaycanê bo Ermenistanê hatiye hawirdekirin, berê lêkolîna ewlehiyê derbas kiriye: ti madeyên xeternak tê de tune ne, nehatiye tîrêjkirin û jehrîn nîne.

Li gorî “Armenpress”, ev yek ji hêla serokê dezgeha teftîşa ewlehiya xwarinê, Tîgran Pêtrosyan, di 14ê Mijdarê de di civîneke çapemeniyê de hate ragihandin.

Wî piştrast kir ku ew genimê xwarinê ye ku dikare were bikar anîn.

Encamên lêkolîna li ser kalîteya wê jî dê di demek nêzîk de werin weşandin.

Li gorî Tîgran Pêtrosyan, her roj nêzîkî 100 kamyon genimê heman kalîteyê bi rêya axa Gurcistanê ji bo Ermenistanê têne hawirdekirin.

Serokê dezgeha teftîşa ewlehiya xwarinê şaş maye ku çima li ser kalîteya vê koma genim a taybetî dengek wusa derketiye. Wî ji pargîdaniya ku genim hawirde kiriye xwest ku bizanibe ew ê ji bo çi armancê were bikar anîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button