
Karên T’orosyanê aspêjê Bêlgîaêyî e’yan hindava Gaûlt’ end Mîllaû Bêlgîûm-êda hatîye naskirinê aspêjê sala 2026-ayî herîbaþ- bi layîqbûna xelateke gastronomîya avropîye heree’yan- “Oskara aspêjîyê”. R’izma xelatkirinê Bryûsêlada- bi t’evbûna 2000 aspêja, r’ojne’mevna û mêvna zêdetir qewimîye. R’êstorana T’orosyane “Bosar”-e layîqî dö steyrkê “Mîþlên” bûyî hatîye naskirinê îdareke Bêlgîaêye te’me herebaþ. “Bûyîna aspêjê salê mirazê minbû. Çaxê ez cara pêþin hatme Bêlgîayê, min çawa kînosteyrk dîna xwe dida aspêja. Îro ew tîtûl ya mine”,- T’orosyan t’or’ê sosîalîêda nivîsîye. Gaûlt’ end Mîllaû T’orosyan t’emsîlkirîye çawa “aspêjê e’silda ermjnî, ê kö bû maþoqê Bêlgîayê û bi hostatîya xwe layîqî qedirgirtina h’emt’omerî bû”. Karên T’orosyanê Ermenîstanêda ij diya xwe bûyî û Bryûsêlêda mezinbûyî h’esavdive wek’îlekî aspêjxana avropîye bilindî herînavdar. “Destanîna wîye ort’emiletîyê bûye ne kö t’enê destanîna þexsî, lê isa jî k’öbarî seva t’emamîya macirata ermenî”,- Zart’onk’ Mêdîa dinivîse.







