
Anîl T’rîgûnayat’ê sefîreyê Hindistanêyî berêyî Ordonê, Lîbîaê û Malt’aêda difikire, wekî xeysetê eleqetê Ermenîstanê û Hindistanêyî de’wmeþandinê hene. Dîwannasê hind derheqa wê yekêda nav qisa t’ev miqaledarê “Armênprês”-ê gotîye. “Eleqetê Hindistanê û Ermenîstanê bi têrmînnasîya h’emzemanî dikarin qîmetkin çawa ê de’wmeþandinê. Ez ze’f dilþame, wekî ew bi t’erefê dörist livyane. Hûn zanin, wekî p’evgirêdanê Hindistanê û Ermenîstanê hila hê sedsalîya dödada ya berî mîladîyê, sedsalîyê navînda hebûne, û p’evgirêdanê ze’f pêþdaçûyî bûne navbera herdö miletada. Hindistanêda ÿlê ermenîye pêþdaçûyî hene, hindê bi hejmara mezin jî niha Ermenîstanêdanin. Sedsalîya 20-îda eleqet h’îmlî bi Yektîya Sovêtîyê derbazdibûn. Lê çaxê Ermenîstan e’lambû çawa dewleta serbest, ew hangava hindava Hindistanêda hate naskirinê. Me hevsûbûnê xwe t’imê xweykirîye”,- ê dîwannas gotîye. 31-ê meha sala 2025-aye t’ebaxê Ermenîstanê û Pakîstanê navbera hevdöda erêkirina eleqetê dîwannasîynê e’lamkiribû. Dîwannasê hind ewê h’esavdike pêvajoya normal- bi k’ivþkirina, wekî exterîya her dewletekê heye p’evgirêdana t’ev dewletê din bie’frîne.







