
Cotxeverdana azayîkirina vîzaye navbera Ermenîstanê û YA-da pêvajoya vekirîye û ewqasî wê bik’þîne, wekî berne’me lap mîaserve û t’emamîya wergöhastina bigihîjne meremê xwe. Derheqa vê yekêda Yohnnês Lûxnêrê dewsgirtîyê encomana avropîye mîgrasîaê û k’arê höndör’î sereke e’lamkir. “Ewê ewqasî bik’þîne, çiqasî lazime, wekî meremê wergöhsatina bigihîjne qonaxa xwe. Çawa Arp’înê Sargsyana wezîra CE-ye K’H da k’ivþê, Ermenîstanêda warê baþqe-baþqeda wergöhastinê mezin wê mîaservin, û ew gere k’omekê bidine mîaserkirina berne’ma e’melaye levhatî”,- Lûxnêr got. Bi gilîyê wî- YA û Ermenîstan döalî borcdarin ewlekin, wekî pêvajo ne kö t’enê lez, lê isa jî bi wesifve. Ewî serda zêdekir, wekî derge-dîwanê Ermenîstanê idî bi lezbûna t’exmînkirinê cêrge wergöhastinê ferz mîaserkirine, bi t’aybetî- bi t’erefê r’ik’inkirina ösûla pasportê bîoçapîyê, k’îjan YA-da qîmetbûye çawa gava levhatî.







