
Niha dewra t’eze vedve: Xeta h’esinîye navbera Ûr’isêtê û Ermenîstanêda hatîye bêh’esarkirinê û çend seh’eta þönda 15 vagonê bi genimê ûr’isî t’ije ij Adrbêcanê wê bigihîjne Görcistanê, lê paþê wê bê þandinê li Ermenîstanê. Derheqa vê yekêda Alêk’sêy Mêlnîkovê serwêrê hevaltîya “Xetê Qafqasîa Ce’nûbê”-ye h’esinî”-yî sereke e’lamkirîye. “Erê, genim tê, erê, ewê we’dê lap nêzîk idî t’opraxa Ermenîstanêdave”,- ewî daye k’ivþê. Mêlnîkov daye k’ivþê, wekî genimê qazaxî îro ij t’opraxa Ûr’isêtê wê bigihîje t’opraxa Adrbêcanê û çend r’ojê nêzîkda- li Ermenîstanê. “Em, hilbet, ze’f hîvîya vê qewmandinêne. Seva xetê meye h’esinî, ew delîl qewmandina ferze, wekî niha mecala me heye ij Qazaxistanê, Ûr’isêtê û dewletê din, bara bigihînne Ermenîstanê, h’etanî wê yekê, wekî em niha dikarin h’etta bi maþînê xetê h’esinîye kontêynêrîyê ij Çînstanê barcîgöhastina mîaserkin”,- ewî serda zêdekirîye.







