
Minê ew îht’îmalî dûrî aqila h’esavnekira, wekî govekê hine cûr’eçapê ort’emiletîyêda… bira sedrê wan (Adrbêcanê) bê Ermenîstanê, bira serk’arê welatê me her’e cem wan, ez jî hazirim her’im (Adrbêcanê). Derheqa vê yekêda Alên Sîmonyanê sedrê þêwirxana Ermenîstanê nav qisa t’ev r’ojne’mevana e’lamkirîye. “Lê hene pirs, k’îjana berî wê gere e’ne’nekin. Ew ne kö t’enê pirsa bêqezîabûnêye, lê isa jî pirsa kesê têne xweykirinê. Seva me çetine her’in… Çawa her’ne wira? bi zanebûna, wekî wira isa jî kes têne xweykirinê. Nav wan çawa hêsîr, isa jî dîl hene. Ez xweþbînim, lê em dora t’êmayê xevernadin, h’etanî encama konkrêt t’ine”,- ewî binxetkirîye. Sîmonyan e’lamkirîye, wekî ew h’al, k’îjanîda r’asthatin t’ev serk’arê þêwirxana Adrbêcanê derbazbûye, h’etta diha baþ bûye, ne kö t’ev hevalk’arê dine ort’emiletîyê.







