
Van r’ojê xilazîyê cêrge mecalê ort’emiletîyê û cîye ST’-da, lê isa jî t’or’ê sosîalîêda, salixdayîna qelp belabûye, wekî N. P’aþînyanê serekwezîr xwedêgiravî derheqa t’ehwîlkirina p’areke t’opraxa merza Syûnîk’ê li Adrbêcanê û e’frandina goveka sînore mexsûs seva T’irkîayêda e’lamkirîye. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Nazêlî Bag’dasaryana zarbêja serekwezîrê CE belgê xweymî “Fêysbûk’”-êda r’esmî e’lamkirîye, wekî belakirina k’ivþbûyî xalifandine, t’ö h’îmekî wêyî bi delîlî yan hiqûqîyê t’ine, ew h’esavdive p’ara þer’ê hîbrîdîyêyî miqabilî CE meþandinê. Bag’dasryan t’emî daye bajar’vana, mecalê salixdayînê û bêlanê þirovekirinê- h’evsa xwe belakirina madeyê xalifandinêye heman bikin, bawerkirina salixdayînê saxtîkin û her t’enê bi e’lamnivîsarê r’esmî bêne serwêrîbûnê.







