
“Niha em ser gênêrkirina serecema t’ivdîrê dixetin. Ser t’exte p’arê bþqe-baþqe danîyîne, k’îjan t’emesûkekêda gere t’omerîvin. Seva her t’ivdîreke mezin eva meþa xevatêye normle”,- serekwezîr got. Bi gilîyê wî- Ermenîstanêda serwextbûna derheqa heycar mîaserkirina t’ivdîrê avakirinê yan binxeleqda þaþin: meriva t’irê pey e’lametîyêr’a avakirin gere hangava destpêve. “Gele cara me t’irê, çaxê em divêjin “R’iya T’ramp’”, r’ojtira dinê gere li ÿk’skavatora siyarvin û destbi avakirinê bikin”,- ewî binxetkir. P’aþînyan careke din anî bîr, wekî h’îmê pêþdestîya “R’iya T’ramp’”-da e’sasê fermana Waþîngt’onêye e’dlayêda meh’kemniîsîne- t’omerîbûna t’oprpaxê, serbestî, heqzorayî, döalîtî û net’er’ibandina sînor. “Her safîkirinek nikare ij sînorê fermanêda meh’kemnivîsî derk’eve derva. Herdö alîya jî tênivîsîye, wekî gere çiqasî wan tê lez bixevtin”,- serekwezîr da k’ivþê. Ewî binxetkir, wekî dînamîka pêvajoyê bi çapeke berç’e’v qewmandinê ort’emiletîyêva girêdayîye.







