All NewsTop

Axaftina “Korîdora Zangezûrê” bi tu awayî nikare behsa xaka Ermenistanê bike. Berdevkê serokwezîr zelal dike

Axaftina “Korîdora Zangezûrê” bi tu awayî nikare behsa xaka Ermenistanê bike. Berdevkê serokwezîr zelal dike

Pirsa bikaranîna îfadeya “Korîdora Zangezûrê” di civîna Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv de di 2ê Cotmehê de li Kopênhagenê hate nîqaşkirin. Ermenistan ji nû ve piştrast dike ku daxuyaniya Serokkomarê Azerbaycanê bi tu awayî nikare behsa axa Komara Ermenistanê bike.

Ev yek ji hêla Berdevka Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nazêlî Baghdasaryan ve, di bersiva pirsek nivîskî ya “Armenpress” de hate ragihandin.

– Serokkomarê Azerbaycanê di axaftina xwe ya li civîna Rêxistina Dewletên Tirkî li Gabalayê de dîsa îfadeya “Korîdora Zangezûrê” bi kar anîe. Berteka we çi ye, û gelo ev pirs di civîna Paşînyan-Alîyêv de li Kopênhagenê hate nîqaşkirin ê?

– Piştî encamên civîna Serokwezîrê Ermenistanê û Serokkomarê Azerbaycanê li Kopênhagenê, her du aliyan daxuyaniyek çapemeniyê weşandin, ku ji wê eşkere ye ku her du alî qebûl dikin ku projeya TRIPP bi axa Ermenistanê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê li ser axa Komara Ermenistanê projeyek din tune û nikare hebe.

Belê, ev virs di civîna Kopênhagenê de hate nîqaşkirin, û em ji nû ve piştrast dikin ku daxuyaniya Serokkomarê Azerbaycanê bi tu awayî nikare behsa axa Komara Ermenistanê bike.

Tenê projeyên TRIPP û “Xaçerêya Aştiyê” li Komara Ermenistanê têne bicîhanîn, ku ev yek bi awayekî zelal di gelek belgeyên navneteweyî de hatiye destnîşankirin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button