
Armên Grîgoryan û Sêrgêy Kopîrkîn li ser pirsên têkildarî rojeva Ermenistan-Rûsyayê axivîne
Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Komara Ermenistanê Armên Grîgoryan pêşwaziya Balyozê Federasyona Rûsyayê li Komara Ermenistanê Sêrgêy Kopîrkîn kirîe.
Daxuyaniya çapemeniyê ya Ofîsa Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê diyar dike ku di hevdîtinê da hevdîtinkaran li ser pirsên têkildarî rojeva dualî ya Ermenistan-Rûsyayê nîqaş kirin û li ser hevkariya bêtir axivîn. Di vê çarçoveyê de, girîngiya berdewamiya hevkariya di navbera ofîsên Konseya Ewlehiyê yên her du welatan de hate tekez kirin.
Her wiha hevdîtinkaran li ser pêşketinên herî dawî yên herêmî nîqaş kirin û li ser rewşa ewlehiyê ya derveyî herêmê nêrînên xwe parve kirin.







