
Bi bervar’abûna fir’îna Nêapol-R’ewan Ermenîstanêda baza avîahevaltîya “Wîzz Aîr”-ê vebû. Marsêlo Vêndêyê serwêrê heavaltîya “Armênîa fir’egehê ort’emiletîyê” bi silavkirin û bambarek-pîrozkirina giþta vê qewmandinêva girêdayî, da k’ivþê, wekî “Wîzz Aîr” avîahevaltîke dinîaêye herexwestîye, û destanîna mezine, wekî ewê fir’egeha R’ewanê bijartîye- çawa fir’egeha xweye bazabûnê. “Îror fir’inda e’wil qesidîye, pey k’îjanêr’a ya döda wê bê. Ewê mecalê ti’eze bide binelîyê Ermenîstanê- diha gelekî r’êwîtîyê bikin çawa seva bîznêsê, isa jî r’eh’etîyê, û t’erefnê meye t’eze wê hevin, isa jî heycarîya fir’îna zêdevin. Hilbet, evê k’omekê bide derdahatina isa jî ger’ê”,- ewî got.







