All NewsTop

Serokwezîr bi tundî bikaranîna hevoka “Korîdora Zengezur” ji aliyê parlamenterekî Brîtanî ve li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê şermezar kir

Li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê, Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi tundî bersiva pirsa parlamenterê Brîtanî Edward Lî ya li ser “Korîdora Zangezûrê” da û jawê da û got ku têgeheke wisa di tu belgeyeke Ermenistan-Azerbaycanê da tune ye û wê tune be.

Wî tekez kir ku peymanên Waşîngtonê tenê behsa vekirina kanalên ragihandinê li ser bingeha serwerî û yekparçeyiya axa dewletan dikin. Paşînyan her wiha destnîşan kir ku projeya TRIPP (Rêya Trump ji bo Aştî û Serfiraziya Navneteweyî), ku ji hêla serokkomarê Azerbaycanê ve jî hatiye îmzekirin, dê li Ermenistanê di bin van peymanan de bixebite.

Serokwezîr diyar kir ku hevoka “Korîdora Zangezûrê” binpêkirina serweriya Ermenistanê ye, û mafê kesî tune ku bêyî destûra hikûmet an parlamentoyê navê axa Ermenistanê bide. Wî bang kir ku tenê ferhenga rewa were bikar anîn û daxwaz kir ku nûnerên Azerbaycanê bi zelalî nîşan bidin ka ew bi vê hevokê çi dibêjin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button