All NewsTop

Serokê Parlamentoyê piştrast e ku Partiya Peymana Sivîl dê di hilbijartinên pêş de ji ya 2021an bêtir dengan werbigire

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê Alen Simonyan piştrast e ku partiya Peymana Sivîl a desthilatdar dê di hilbijartinên parlementoyê yên 2026an de ji ya ku di hilbijartinên pêşwext ên 2021an de wergirtiye bêtir dengan werbigire.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, Sîmonyan di gotûbêja xwe ya li gel rojnamevanan li parlementoyê de, li ser vê pirsê ku CP di hilbijartinan de ji sedî 50+1 dengan werdigire, ev bawerî anî ziman.

Serokê Parlamentoyê got, “Ger berê min difikirî ku ji sedî 51 dê teqez be, niha ez piştrast im ku, bi taybetî, piştî Peymana Washingtonê ya 8ê Tebaxê û piştî gavên ku berî hilbijartinan têne avêtin û dê werin avêtin, em ê ji hilbijartinên 2021an pirtir dengan werbigirin.”

Di hilbijartinên parlementoyê yên pêşwext ên 2021an de, partiya Peymana Sivîl 688,761 deng wergirt, ku ev yek rê da partiyê ku bêyî ku bi hêzên din re koalîsyonek çêbike, di parlementoyê de piraniyê ava bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button