
Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku di çarçoveya 80emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê YE Kaya Kalas re civîya e.
Hevpeyvîneran bi kêfxweşî destnîşan kirin ku hevkariya Ermenistan-YE bi awayekî dînamîk pêş dikeve û hemû warên berjewendiya hevbeş vedihewîne.
Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalas li ser pêşketinên jeopolîtîk û herêmî nêrînên xwe parve kirin û di çarçoveya wan de bernameyên pêşîn ji bo hevkariya Ermenistan-YE destnîşan kirin e.
Wekî faktorek girîng di aramiya û aştiya herêmî de, Wezîrê Derve yê Ermenistanê û Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê YEyê li ser mijarên têkildarî pêkanîna bernameyên ragihandinê yên navneteweyî nîqaş kirin e.







