
V. Xaçatûryanê sedrê CE, ê kö bi serdana xevatê Nyû York’êdaye, t’ev kêra merk’eza Mêrîdîane ort’emiletîyêda derbazbûyî bûye, k’îjan p’êþk’êþî pêþdabirina t’erefê aqilê nee’slî û warê têxnologîyêyî bilind kirîbû. Goveka kêrêda Xaçatûryanê sedir bi k’êlmê pêþda hatîye- bi t’emsîlkirina xweþivêtîyê Ermenîstanê û neh’îya Qafqasîya Ce’nûbê. Ewî me’na 8-ê meha t’ebaxê pêþqolkirina þertne’ma e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêdaye t’arîxî binxetkirîye- bi h’esavkirina wê gava ferz seva bêqezîabûn û meh’kemî û pêþdaçûyîna welatê meye malhebûnîyê. K’êlmêda V. Xaçatûryan daye k’ivþê, wekî Ermenîstan bi peyr’evî bi t’erefê bilinde têxnologîyê û hejmarîda dilive- bi pêkanîna warê lecvan seva r’ik’inkirina. Bi gilîyê sedir- meremê Ermenîsîanêye bive merk’eza neh’îyêye têxnologîyê, k’îderê xevitandina safîkirinê aqilê nee’slî û r’eqemî wê k’omekê bide pêþdaçûyîna ne kö t’enê malhebûnîyê, lê isa jî baþkirina wesfa e’mrê civakê.







