
Kes nizane, k’a r’astîyê “R’iya T’ramp’” çawa wê e’melke, kes nizane barbirê îranî wê bikarvin bi derbazbûna e’rdê, derbazbûna bine’rdva derbazvin, yan wekî din?, lê ferze, wekî ser sînorê ermenî-îranî p’evgirêdan net’er’ibe. Nav qisa t’ev miqaledarê Nyûz.am-ê G’odrat’ollah Þafîê xebîrê înstîtûta lêk’olînkirinê Îranê û Avroasîaê, sîasînasê îranî daye k’ivþê. Ewî daye k’ivþê, wekî ew seva Îranê pirsa bêh’ed ferze, û T’êhran dixweze bawerive, wekî ew r’ê r’iya CÎÎ-ye þimalê wê danede. Ê xebîr serda zêdekirîye, wekî bi h’esavhildana, wekî eleqetê îranî-adrbêcanî r’ojbir’oj bêt’erdivin, Îran difikire, wekî zû yan dereng r’iya birina berva Avropaêye t’ek t’enê t’opraxa Ermenîstanêva wê derbazve. Bi qîmetkirina wî- pey þer’ê sala 2020-r’a Adrbêcanê xwexa destpêkirîye eleqeta t’ev Îranê, paþê isa jî- Ûr’isêtê tûjke. “Bêaqil û bêment’eqîye, wekî welatê mînanî Adrbêcanêyî ç’ûkî himberî Îranê û Ûr’isêtê qirarke yekpel eleqeta t’ev herdö cînarê ze’f ferz tûjke. Dêmek, piþ wê yekê qewatê din dikarin sekinîvin”,- Þafîyê binxetkirîye. Ewî dûrî aqlila h’esavnekirîye, wekî ew encama fiþara T’irkîayê, Israîlê yan Wîlayet’ê Yekbûyîye. Ê sîaînas daye k’ivþê, wekî eleqet navbera T’êhranê û Adrbêcanêda çiqasî xiravvin, ewqasî Îranê qesta nêzîkbûna t’ev Ermenîstanê bike.







