All NewsTop

Rûbînyan: Ermenistan ti sedemek nabîne ku vekirina sînorên Ermenistan-Tirkiyê paş bixe

Ermenistan ti sedemek nabîne ku Tirkiye vekirina sînoran û avakirina têkiliyên dîplomatîk bi Ermenistanê re dereng bixe.

Li gorî “Armenpress”, ev yek ji hêla Nûnerê Taybet ê Ermenistanê di pêvajoya normalîzekirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê de, Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî Rpbên Rûbînyan di civînek rojnamevanan da gotîe.

Rûbînyan tekez kir ku “Ez ti sedemek nabînim ku Tirkiye vê pirsê dereng bixe, bi kêmanî, ji aliyê Ermenistanê ve pirsgirêkek derengketinê tune. Em amade ne ku sibê sînorên vekirî hebin û têkiliyên dîplomatîk ava bikin.”

Li gorî wî, heke îradeyek siyasî hebe, pêvajo dikare pir zû were bicîh kirin.

Rûbînyan zêde kir: “Bê guman ew îradeyek me heye, û ez piştrast im ku di demek kurt de encamên mezin dikarin werin bidestxistin.”

Wî destnîşan kir ku Ermenistan pêvajoya normalîzekirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re bêyî pêşşertan didomîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button