All NewsTop

Paşînyan dê Încîla ku ji dema veşartina xwe da ew li cem wî hebû, dide Mûzêxaneya Încîlê ya li Waşîngtonê

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan  Incîla xa dide Mûzêxaneya Kitêba Pîroz a Waşîngtonê.

Li gorî Armenpressê, Serokwezîr li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsandiye û vîdyoyek jî weşandiye.

“Ev Kitêba Pîroz dema ku ez di bin erdê de bûm ji min re xuya bû. Ez dixwazim ji we re bînim bîra we ku ez ji 2ê Adara 2008an heta 1ê Tîrmeha 2009an di bin erdê de bûme. Paşê, ev Kitêba Pîroz 1 sal û 11 meh di girtîgehê de bi min re bû.

Û di serdana min a dawî ya Dewletên Yekbûyî de, ramanek derket holê û min soz da ku ez ê vê Kitêba Pîroz bidim Muzexaneya Kitêba Pîroz a Waşîngtonê.

Û niha ev pêvajo diqewime, di demek nêzîk de ez ê diyariyê bişînim Muzexaneya Kitêba Pîroz a Waşîngtonê. Ez difikirim ku pirtûkek pir girîng û hêja ji bo min dê li cîhek pir girîng biqede, û ev cîhê rast e ku ew biqede,” Paşînyan got û Kitêba Pîroz nîşan da, ku ew ê di demek nêzîk de bide Muzexaneya Kitêba Pîroz a Waşîngtonê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button