All NewsTop

Balafira Serokwezîrê Ermenistanê bi rêya hewayî ya Azerbaycanê derbaz bûye

Balafira Serokwezîrê Ermenistanê di 30ê Tebaxê de bi rêya qada hewayî ya Azerbaycanê ji bo serdaneke derveyî welat çû û di şeva 6ê Îlonê de vegeriya Ermenistanê.

Li gorî “Armenpress”, sekretera çapemeniyê ya Serokwezîrê Ermenistanê Nazêlî Baghdasaryan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsand.

“Piştî damezrandina aştiyê li Waşîngtonê di 8ê Tebaxa îsal de, saziyên peywendîdar ên Ermenistanê ji Azerbaycanê ji bo balafira Serokwezîrê Ermenistanê daxwaza derbasbûna hewayî kirin û bersiveke erênî wergirtin. Em vê rastiyê wekî gaveke pratîkî ji bo vekirina ragihandinê li herêmê, pêşvebirina rojeva aştiyê û afirandina atmosfereke baweriya hevbeş dibînin.

Bila ez ji we re bibîr bînim ku balafirên Azerbaycanê demek dirêj e ku di navbera beşa sereke ya Azerbaycanê û Komara Xweser a Naxçîvanê de bi rêya qada hewayî ya Ermenistanê ragihandinê peyda dikin,” Baghdasaryan nivîsandûe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button