
Pêkînêda- Sera cime’taye mezinda r’asthatina Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE-ye t’ev Han Ç’ênê dewsgirtîyê sedrê CÇC qewimîye. Han Ç’ên serdana P’aþînyanê serekwezîre li CÇC û t’evbûna li serecivata T’ÞH û meþqa Pêkînêda qewimî silavkirîye. Ewî daye k’ivþê, wekî erêkirina hevalk’arîya de’wmeþandinêye navbera Ermenîstanê û CÇC-da encama r’asthatina serekwezîrê CE û Sî Sînp’înê sedrê CÇC-ye k’ardare, k’îjanê k’omekê bide t’emamîya warada pêþdaçûyîn û berfirekirina hevk’arîyê. Han Ç’ên gilîyê xweda daye k’ivþê, wekî Çînstan bi cûr’ê mezin erêkirina hevalk’arîya de’wmeþandinêye t’ev Ermenîstanê ferz h’esavdike, û bi wî h’esavî me’na serdana serekwezîre merk’ezî heye. P’aþînyanê serekwezîr seva vexwendinê û qebûlkirina dilovan r’azîbûn e’lamkairîye- bi k’ivþkirina, wekî serdana xevatêye li Çînstanê qedandî me’na wêye ferz seva Ermenîstanê heye. Serekwezîr daye k’ivþê, wekî encama serdanêda eleqetê Ermenîstanê û Çînstanê bilindbûne li dereca hevalk’arîya de’wmeþandinê, k’îjan mecala die’firîne seva virhada k’ûrkirin û berfirekirina p’evgirêdana. Ewî isa jî daye k’ivþê, wekî van salê xilazîyê hevk’arî warê sîasîyê û malhebûnîyê û medenyetîda pêþda diçe, p’evgirêdanê navbera cime’tada meh’kemdivin. Bi gilîyê serekwezîr- mêlkrina herdö cime’taye mezin nisbetî hevdöda heye, k’îjan seva pêþdabirina hevk’arîya h’emt’omerî h’îmê meh’keme.







